Li Îzmîrê ji bo Deniz Poyraz çalakiya “Nobeda Edaletê” tê kirin

26-12-2022
RÛDAW
Nîşan Deniz Poyraz HDP Îzmîr Nobeda Edaletê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyê ji bo Deniz Poyraz ku li avahiya HDPê hatibû kuştin dê li pêşiya avahiya dadgehê nobeda edaletê bê girtin û Hevserokê HDPê Mithat Sancar û Serokê Yekîtiya Baroyên Tirk (TTB) Erinç Sagkan jî beşdar dibin.

Heftemîn rûniştina doza derbarê kujerê Deniz Poyraz de dê sibê 27ê Kanûnê birêve biçe û bi armanca piştgiriyê îro Duşemê 26ê Kanûnê bi beşdarbûna hejmarek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û Hevserokê HDPê Mithat Sancar nobeda edaletê tê girtin.

Baro û parêzeran sala 2017an di doza rojnameya Cumhurriyetê de ji bo rojnamevanên girtî bi slogana “Bo parastinê azadî, bo hemû kesî edalet” çalakiyeke bi navê “Nobeda Edaletê” dabûn destpêkirin. Herwiha bi armanca piştgiriya doza Deniz Poyraz îro demjimêr 13:00an dê li pêşiya Edliya Îzmîrê heman çalakî bê kirin û Serokê Yekîtiya Baroyên Tirk Erinç Sagkan jî beşdar dibe.

Heftemîn rûniştina doza Onur Gencer kujerê Deniz Poyraz sibe 27ê Kanûnê dê li Salona Saziyên Cîbicîkirina Ceza ya Aliaga Şakranê ser bi parêzgeha Îzmîrê bê dîtin.

Di rûniştina herî dawî de hem bo parêzerên ku belgeya wan a erkê hebûn û hem jî rojnamevan û beşdarvanan rê nehatibû dayîn ku beşdarî dozê bibin û alozî derketibû. Hêzên emnî bi ava şid û gaza rondikrêj midexaleya kesên amade kiribûn.

17ê Hezîran 2021ê kujer Onur Gencer ê 27 salî li bajarokê Konakê, êrişî avahiya HDPê kiribû û Denîz Poyraz kuştibû. Yekem rûniştina dozê 29ê Kanûna 2021ê destpêkir û heta niha berdewam e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst