Li Tirkiyê kêmtirîn mûçe hat diyarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê nûnerên karker û hikûmetê dawîn civîna xwe encam dan û kêmtirîn mûçe li wî welatî diyarkirin.

Dawîn civîna ji bo diyarkirina kêmtirîn mûçe li Tirkiyê, îro li Wezareta Malbat û Karûbarên Civakî birêve çû.

Di encama civînê de Wezîra Malbat û Karûbarên Civakî Zehra Zumrut Selçuk ragihand ku ew gihiştine rêkevtinê û kêmtirîn mûçe li Tirkiyê bo sala 2020an weke 2 hezar û 324 lîre aşkere kir.

Sendîkaya karkeran DÎSK ku piştî 39 salan yekem car beşdarî civînan bû, daxwaz dikir kêmtirîn mûçe li Tirkiyê 3 hezar û 200 lîre be lê DÎSKê piştevaniya pêşniyaza sendîkaya Turk-Işê jî dikir ku ew jî 2 hezar û 578 lîre bû.

Sendîkaya TÎSK jî ku nûnertiya kardêran dike, daxwaz dikir kêmtêrîn mûçe 2 hezar û 262 lîre be.

Lê di çarem civînê de kêmtirîn mûçe bo sala bê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê weke 2 hezar û 324 lîre hat ragihandin.