Bahçelî daxwaza hevdîtina Ocalan û DEM Partiyê kir: Kê çi got?
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê MHPyê Devlet Bahçelî îro di civîna koma partiya xwe de got, “Em li bendê ne ku di navbera Îmrali û koma DEM Partiyê de hevdîtineke rû bi rû çêbibe.”
Nîqaşên li ser Pirsa Kurd û rola Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan a di siyaseta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de didomin.
Serokê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirkiyeyê (MHP) Devlet Bahçelî îro di civîna koma partiya xwe ya de bang kir ku demildest bi Abdullah Ocalan re hevdîtin were kirin.
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî anî ziman:
“Partiya Tevgera Neteweperest li pişt her gotineke xwe ye.
Di civîna koma partiya xwe ya 22yê Çiriya Pêşîn de me çi gotibe em li pişt gotinên xwe ne.
Em li bendê ne bêyî ku were bipaşxistin di navbera Îmrali û koma DEM Partiyê de hevdîtineke rûbirû were kirin, em banga xwe dubare dikin.”
Hevserokê DEM Partiyê heman rojê bersiva gotinên Devlet Bahçelî da û diyar kir ku divê destpêkê tecrîda li ser Ocalan rabe û rêya hevdîtinê were vekirin û wan jî ji bo hevdîtinê amadekariyên xwe kirine.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî got:
“Hevalên hêja îro jî, beriya me di koma MHPyê de hat axaftin lê bawer bikin ji xwe me doh amadekariyên xwe kiribûn.
Aqilê çareseriyê carinan wekî hev kar dike. Ez û Hevserok Tulay ji bo hevdîtina li gel Birêz Abdullah Ocalan a li Îmraliyê îro serî li Wezareta Dadê didin.
Eger ji dil bin, bila astengiyên li pêş vê serlêdanê rakin.
Ez û Serok Tulay dixwazin ji Birêz Ocalan ji kesê yekemîn bibînin û bibihîzin ka derbarê vê pêvajoyê de çi dibêje.
Di heman demê de em wekî hevserokan li ser navê DEM Partiyê dixwazin sûdê bigihînin pêvajoya aştiyê.”
“Em jî di nav de ne”
Serokê CHPyê jî da zanîn ku eger pêvajo di parlamentoyê de bi rê ve biçe dê ew jî beşdar bibin.
Serokê CHPyê Ozgur Ozel anî ziman:
“Birêz Bahçelî meha borî axaftinek kir û gelek caran got ez li pişt gotinên xwe me. Îro jî got.
Gotinên Bahçelî hene û mafên me jî hene. Em çi dibêjin, eger şehîd neyên û rondikên dayikan rawestin û navend parlamento be û ji dil, zelal û lihevkirina civakî hebe û hemû partî di nav de bin, em jî di nav de ne.
Lê xeteke me ya sor heye, eger xazî û malbatên şehîdan razî nebin em qebûl nakin.”
DEM Partiyê piştî civîna koma xwe ji bo hevdîtinê serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê da.
Çavê raya giştî ya Kurd û Tirkan niha li ser egera çêbûna hevdîtina DEM Partiyê û Abdullah Ocalan e.
Dibe ku piştî hevdîtina DEM Partiyê û Ocalan ji bo pêvajoya çareseriyê peyamên girîng werin dayîn û pêvajo derbasî qonaxeke nû bibe.