TIRKIYE - ‘Meaşê herî kêm divê di navbera 30 û 35 hezar lîreyan de be’

26-11-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Suat Kilç û Yalçin Karatepe \ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Suat Kilç û Yalçin Karatepe \ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan CHP Partîya Yenîden Refahê Meaşê Herî Kêm Suat Kiliç Yalçin Karatepe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê civîn û danûstandinên meaşê herî kêm dest pê nekiriye lê partiyên siyasî yên muxalefetê dibêjin meaşê herî kêm divê di navbera 30 û 35 hezar lîreyên Tirkî de be.

Hikûmeta Tirkiyeyê dê ji bo sala nû meaşê herî kêm zêde bike.

Sendîkayên karmend û karkeran û beşek partiyên siyasî dixwazin meaşê herî kêm di navbera 30 û 35 hezar lîreyên Tirkî de be.

Hikûmet jî li gorî rêjeya enflasyonê plan dike meaşê ku niha 17 hezar lîreyên Tirkî ye, wekî 23 hezar an jî 25 hezar lîreyên Tirkî diyar bike.

Komîsyona meaşê herî kêm ji 15 kesan pêk tê ku dê rojên pêşiya me dest bi civînên xwe bike.

Berpirsên hikûmetê diyar dikin ku li gorî rêjeya enflasyonê sala nû divê meaşê herî kêm 27 lîreyên Tirkî be.

Li aliyê din nûnerên partiyên siyasî û sendîkayan jî dibêjin divê meaşê herî kêm 35 hezar lîreyên Tirkî be.

“Divê meaşê herî kêm 35 hezar be”

Alîkarê Serokê Partiya Yenîden Refahê Suat Kiliç li ser zêdekirina meaşê herî kêm got:

“Sînorê hejariyê îro li Tirkiyeyê derdora 70 hezar lîreyên Tirkî ye.

Me jî got heger li malekê jin û mêr bixebitin bila meaşê her duyan nekeve bin hêla hejariyê.

Ji ber wê em dibêjin bila meaş 35 hezar lîreyên Tirkî be.

Heger piştî meha yekê ya sala nû meaş bibe 35 hezar dê hem ji sînorê birçîbûnê hem jî ji sînorê hejariyê derbas bibe û dê ji bo debarê jî baş be.

Loma em dibêjin ya maqûl 35 hezar lîreyên Tirkî ye."

Li gorî Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) 8 milyon kes bi meaşê herî kêm dixebitin û niha mehê 17 hezar û 2 lîreyên Tirkî distînin.

Partiya Komarî ya Gel (CHP) jî beriya civînên komîsyonê bi sendikayan re çend caran civiya û dixwaze meaşê herî kêm 30 hezar lîreyên Tirkî be.

“Desthilat naxwaze meaş were zêdekirin”

Alîkarê Serokê CHPyê Yalçin Karatepe jî anî ziman:

“Em dibêjin ku pêwîst e meaşê herî kêm 30 hezar lîreyên Tirkî be.

Ji bo sala 2025an em meaşeke ku bin 30 hezar lîreyên Tirkî be qebûl nakin.

Di mijara meaşê herî kêm de em dizanin ku desthilat çi qas hewl dide ku meaş kêm be.

Ev jî tê wê wateyê ku desthilat naxwaze meaş zêde bike.”

Meaşê herî kêm dê ji aliyê komîsyoneke 15 kesî ku 5 nûnerên hikûmetê, 5 nûnerên sendikayan û 5 nûnerên karsazan beşdar in were diyarkirin.

Li aliyê din dê îsal cara yekem di komîsyonê de dê rojnamegerek jî cih bigire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst