Ahmet Turk li ser gotinên Bahçelî daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê li ser gotinên Devlet Bahçelî got, “Em piştgiriyê didin her kesê ku karekî ji bo aştiyê bike.”

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk li ser gotinên Serokê MHPyê Devlet Bahçelî yên derbarê hevdîtina Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û DEM Partiyê de anî ziman:

“Eger ji dil be em dê her destê ji bo aştiyê tiştekî bike bigirin.”

Ahmet Turk û Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Pervîn Buldanê îro beriya civîna koma DEM Partiyê ya li Parlamentoya Tirkiyeyê çûn serdana Serokwekîlê Parlamentoyê yê DEM Partiyê Sirri Sureya Onder.

Piştî hevdîtinê Ahmet Turk bersiva pirsên rojnamegeran da.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk li ser gotinên Bahçelî yên îro ku di civîna koma partiya xwe de kirin got:

“Helbet aştiya vî welatî ji bo me pir girîng û bi nirx e. Em bi dil û can piştgiriyê didin her kesê ku karekî ji bo aştiyê bike.

Divê ev aştî veguhere aştiyeke bi rûmet. Ez dixwazim bibêjim ku divê zemînekî ku êş bi dawî bibe û mirov azad û wekhev bin were afirandin.

Ji bo vê jî divê hemû xebatên ku werin kirin bi feraseteke ku bi rastî biratiya gelên me esas digire û hemû gelan di nirxên hevpar û demokratîk de bîne cem hev.

Tenê bi vî awayî em dikarin bigihêjin aştiyê. Eger we ji dil qebûl kiribe ku gelê Kurd xwedî maf e, bêyî ku hebûna wan, nasname û çanda wan înkar bikin, hûn dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin lê eger we ew yek ji dil qebûl nekiribe, ez dixwazim diyar bikim ku çareserî ne hêsan e.”

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî îro di civîna koma partiya xwe de gotibû:

“Em li bendê ne ku di navbera Îmralî û grûpa DEM Partiyê de hevdîtineke rû bi rû çêbibe. Em banga xwe bi biryarî dubare dikin.”