Bahçelî: Em dixwazin Ocalan û DEM Partî demildest bicivin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê MHPyê Devlet Bahçelî got, "Em li bendê ne ku di navbera Îmralî û grûpa DEM Partiyê de hevdîtineke rû bi rû çêbibe. Em banga xwe bi biryarî dubare dikin."
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî di civîna koma MHPyê ya li parlametoyê de axivî û rojevê nirxand.
Devlet Bahçelî got, "Têra xwe zehmet hatiye kişandin, êş çêbûne. Çek ne bijarde ye, siyaseta hembêzkirinê armanca me ye."
Bahçelî bal kişan ser rîska şerê cîhanê yê 3yemîn wiha axivî, "Siyaseta me alîgirê aştiyê ye.
Derdora Tirkiyeyê bi çek, mûşek û şerên nifşên nû be hatiye dorpêçkirin.
Bizanibin ku çavê her kesî li ser me ye. Komara Tirkiyeyê hîmê bingehîn ê cîhanê ye.
Biden aqilê xwe winda kiriye. Her biryara ku standiye û yên ku bistîne seqet in bi qisûr in.Divê Biden yekser ku erka xwe bê dûrxistin."
"Veqetandina Kurdan ji Tirkan ne mimkûn e"
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî di berdewamiya axaftina xwe de wiha pê de çû:
"Bi axaftinê cudahî tên girtin. Em li çola tevgerên sexte li pey kaktusên ku bi zorê kulîk vedikin nînin.
Em rê nadin ku Tirkiye dewreke nû fetretê bijî. Em nikarin paşeroja xwe bi şansê ve girê bidin. Ewlehiya me biratiya me ye.
Yên reşandina tovên cudahiyê di nav miletê me de ji xwe re kirine erk, çiqas dabeşker û terorîst hebin mehkûmê wê yekê ye ku berdêla wê qat bi qat bide.
Tirkiyeya bê teror tê wateya Tirkiyeyeke aram û dewlemend.
Veqetandina Kurdan ji Tirkan bi qasî ku mirovatiyê ji pergala tavê veqetîne ne mimkûn e.
"Bila di navbera Îmrali û DEM Partiyê de hevdîtin çêbibe"
MHP li pey her gotinên xwe ye. 22yê Çiriya Pêşîn me di civîna koma xwe de çi gotibe em hê jî pey in.
Em li bendêne bêyî ku bê paşxistin di navbera Îmralî û grûpa DEM Partiyê de hevdîtineke rû bi rû çêbibe. Em banga xwe bi biryarî dubare dikin.
Têra xwe zehmet hatiye kişandin, êş çêbûne. Çek ne bijarde ye, siyaseta hembêzkirinê armanca me ye.
Ti têkiliya birayên me yên Kurd bi teror û rêxistina terorê re tine û nabe. Divê em dest bidin hev û terorê ji rojeva xwe derxin."