Deryaya Egeyê di ser re çû: Îzmîr di bin avê de ma

26-11-2023
RÛDAW
Nîşan Îzmîr Baran Deryaya Egeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cade û kolanên bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê di bin avê de man û di nav bajêr de belem tên bikaranîn.

Li navçeyên kêleka Deryaya Egeyê ya Îzmîrê, piştî baraneke gur asta ava Deryaya Egeyê bilind bû û şeva şemiyê ve jiyan rawestiyaye.

Mal, kargeh, baxçeyên avahiyan û parkên otomobîlan di bin avê de man.

Welatî gilî û gazinan dikin û dibêjin kesek nayê alîkariya me.

“Em bi belemê hatin”

Welatiyekê li ser rewşa bajêr got:

“Hemû kelûpelên me çûn. Em dê ji nû ve dest pê bikin. Tiştekî em bikin nîne û tiştek jî ji me re nayê kirin. Alîkarî jî nîne û tiştek jî nîne.”

Ji ber tijîbûna cade û kolanan bi avê li nav bajêr trafîk rawestiya û welatiyên ku asê mane ji aliyê tîmên parastina sivîlan ve têne rizgarkirin.

Welatiyekî jî anî ziman:

“Em li Alsancakê stranbêjiyê dikin û em asê man. Me telefonî parastina sivîlan kir û spas ji wan re alîkariya me kirin û em rizgar kirin. Em bi belemê hatin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê barîna barana gur berdewam e.

Li gorî Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, roja yekşemê li piraniya bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dê baran bibare û ji bo 67 bajaran di asta zer û pirteqalî de hişyariya barana gur hat dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst