Di Roja Têkoşîna Li Dijî Tundûtûjiya Li Ser Jinan de Peymana Stenbolê dîsa bû rojev

Hewlêr (Rûdaw) - Di Roja Navneteweyî ya Têkoşîna Li Dijî Tundûtûjiya Li Ser Jinan de li piraniya parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêxistinên jinan çalakî li dar xistin.

Ji bo rojê çalakiya fermî ya hikûmetê jî li Zanîngeha Halîçê ya Stenbolê bû.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bal kişand ser vekişîna ji Peymana Stenbolê û got:

“Vekişîna me ya ji Peymana Stenbolê ku ji bo hinek grupên marjînal û tevgerên ji rê derketî bûye amûreke bikaranînê.

Bandoreke neyînî ya biçûk jî li mafê jinan, tekoşîna li dijî tundûtîjiya li ser jinan nekiriye. Di vê mijarê de ew wêneyê ku hinek alî dixwazin derxin pêş ji rastiyê dûr in û bê bingeh in.”

Berdevka Rêxistina Partiya Gel a Komarî (CHP) ya Enqereyê Ayfer Ayazê di çalakiya rêxistina jinan a partiya xwe de, berovajî gotinên Erdogan bal kişand ser girîngiya Peymana Stenbolê û diyar kir ku ew peyman xeta parastina jina ye.

“Em dê hebin”

Berdevka Rêxistina Partiya Gel a Komarî (CHP) ya Enqereyê Ayfer Ayazê anî ziman:

“Em ê di derfeta yekem de Peymana Stenbolê ya ku xeta me ya jiyanê ye ji nû ve bixin kar. Em dê bi ti awayî rê bi yên ku dixwazin, destêwerdanê di cil û bergên me bigire heta kenê me, ji hêjmara zarokên me bigire heta dema ku em dê bizewicin de dikin nedin.

Em dê bi parastina mafên xwe yên welatîbûna wekhev bersivê bidin kesên ku hewl didin jinan di nava malbatê de bihelînin.

Em dê tundûtîjiya li ser jinê û kuştina jinan bi dawî bikin. Em jin hebûn, em hene û em dê hebin.”

Roja 25ê Çiriya Paşînê di Roja Navneteweyî ya Têkoşîna Li Dijî Tundûtûjiya Li Ser Jinan de rêxistinên jinan li Bakurê Kurdistanê li qadan bûn.

Li bajarê Wanê çalakiya ku ji aliyê hikûmetê ve hat sazkirin bê pirsgirêk bi dawî bû lê li bajarên wek Amed û Şirnexê çalakiyên jinan ên ji aliyê HEDEPê ve hatin sazkirin bi hinceta parêzgariyê destûra lidarxistina wan çalakiyan nedaye rastî midaxeleya hêzên ewlehiyê hatin û polîsan nehişt jin bimeşin.

Li Şirnexê 21 kes hatin desteserkirin, li Amedê jî jin ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin û polîsan nehişt ew bimeşin.

Berdevka Meclisa Jinana ya HEDEPê Halide Turkogluyê got:

“Parêzgariya girêdayî Wezareta Karên Navxwe giştînameyek belav kiriye. Di wê giştînameyê de çalakiyên jinan wek xirabkirina aramiya civakê bi nav kirine û qedexe kirine.

Niha ez ji birêz parêzgar dipirsim meşa jinan çawa aramiya civakê têk dide. Li vî welatê ku rojane kuştinên jinan zêde dibin aramiya civakî têk naçe?

Dema jin li dijî kuştinan bimeşin aramiya civakê têk diçe? Belê meşa jinan sîstema we têk dide, ji bo wê hûn qedexeyan radigihînin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdsitanê di nava salekê de 345 jin hatine kuştin.

Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan a Amedê 86 jin li Bakurê Kurdistanê hatine kuştin.