Dîsa Enqere dîsa pevçûna cîranan: Kuştiyek û 5 birîndar

26-11-2023
RÛDAW
Nîşan Enqere Pevçûna Cîranan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê, şeva borî di navbera du cîranan de ji ber dengê bilind nîqaş derket û di encamê ji heman malbatê kesek hat kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

Li Enqereyê di nav 3 rojan de di pevçûna cîranan de 8 kes hatin kuştin û 7 kes birîndar bûn.

Li Taxa Sancaktepeyê ya navçeya Keçiorenê ya Enqereyê, şeva borî ji ber dengê bilind û teqereqê di navbera R.C.O. û cîranên wî de nîqaş derket.

Piştî mezinbûna nîqaşê R.C.O. di nav avahiyê de bi demançeyê gule li cîranên xwe reşandin û di encamê de E.T, Z.T, M.T, H.T, F.O. û Kerim Tokgoz birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîman her 6 birîndar veguhastin nexweşxaneyên cuda yên Enqereyê.

Tevî midaxeleya li nexweşxaneyê Kerim Tokgoz canê xwe ji dest da.

Dermankirina birîndarên din berdewam e.

Êrişkar R.C.O. ji cihê bûyerê reviya û polîsan ji bo desteserkirina wî dest bi xebatê kir.

Li Enqereyê 23yê mehê 5 kesên ji heman malbatê ji aliyê cîranên xwe ve hatibûn kuştin.

Herwiha 24ê mehê jî bav û kurek ji aliyê cîranên xwe ve hatibûn kuştin û du kesên din jî hatibûn birîndarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst