Li Îzmîrê 59 koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dîkîliyê ya parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê, di nav Deryaya Egeyê de 59 koçberên ku dixwestin biçin Ewropayê hatin desteserkirin.

Li Tirkiyeyê di demên dawî de zextên li ser koçberan zêde bûne.

Herwiha hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li bajarên hevsînorê Yunanistanê û li nav Deryaya Egeyê kontrolên xwe zêde kirine.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Ewlehiya Peravan a Tirkiyeyê, doh li navçeya Dîkîliyê li nav Deryaya Egeyê di nav du beleman de 59 koçber hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê piştî karên fermî 59 koçberan radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Îzmîrê kirin.