Komeleya ANKA kongreya xwe ya asayî birêve dibe

26-11-2022
RÛDAW
Komeleya ANKA kongreya xwe ya asayî birêve dibe
Komeleya ANKA kongreya xwe ya asayî birêve dibe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya ANKA li bajarê Enqerê ku ji aliyê Kurdên li Enqereyê hatiye avakirin û bala xwe dikişîne ser mijara perwerdeya kurdî bi herdu zaravayên wê yên Kurmancî û Zazakî, îro kongreya xwe ya asayî lidar xist.

Komeleya ANKA ku di Gulana borî de ji aliyê Kurdan li Enqereyê ve hatiye damezrandin û kursên çand û hunerê û her wiha kursên zimanê kurdî dide kongreya li dar dixe.

Yek ji berpirsên Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya ANKA Omer Turalli ji Rûdawê got: “Komele piştî damezrandina 6 mehan divê kongreyên xwe li dar bixin. Bi vê boneyê em yekemîn kongreya xwe li dar dixin.”

Omer Turalli da zanîn bi giştî 33 endamên wan hene û di vê kongreyê de dê serokek nû û rêveberiyeke nû bêne hilbijartin.

Turalli destnîşan kir ku wan di van 6 mehên borî de giranî dane waneyên Kurmancî û Zazakî.

Bi gotina Turalli  ew alîkariya xwe ji gel werdigirin û dewletê ti alîkariyek bi wan re nekiriye.

Piştî hewla darbeya serbazî ya 15 Tîrmeha sala 2016ê bi biryarnameyên serokkomarê Tirkiyê li Tirkiyê u Bakurê Kurdistanê 1.748 komele u weqf hatine girtin ku beşeke ji wan komeleyên kurdan bûn.

Kurdên Enqerê pişti 6 salan di gulan îsala yekem komele bi navê ANKA vekirin.

Komeleya Çand, Ziman û Huner a ANKA ji aliyê kadroyen berê yên Kurd Der a Enqerê ve hatiye vekirin. Di komeleyê de dê di hefteyê de 3 rojan dersen Kurmancî û Zazakî û herwiha kursen şano û wejeyê jî hebin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst