Wezareta Berevaniya Tirkiyê dozeke tazmînatê li dijî Demirtaş vekir

26-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniya Tirkiyê ji ber twittekê di derbarê Selahattin Demirtaş de dozeke tazmînatê bi nirxê 100 hezar lîreyî vekir û parêzerê Demirtaş ev belgeya dozê ya bi îmzeya generalekê li ser medyaya civakî parvekir û got, ev ferman e bo dagehê.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di derbarê hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş de bi hinceta ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî gotiye “Artêşa Tirkiyê çekên kîmyawî di şerê xwe yê li dijî PKKê de bikar aniye” di derbarî Demirtaş de dozeke tazmînatê ya 100 hezar lîreyî vekir.

Parêzerê Demîrtaş ê bi navê Mahsunî Karaman nivîsa vekirina dozê ya Wezareta Berevaniyê ji dadgehê re şandî ku îmzeya Mîrlîwayekî (Tuxgeneral) li sere, li ser hesabê xwe yê twitterê parve kir.

Di belgeya ku îro 26ê Mijdarê 2022ê Rêveberiya Xizmetên Qanûnî ya ser bi Wezareta Berevaniyê ji Dadgeha Qanûnê ya Noberdar re bi sergotara “ Bilez” şandî de dibêje: “Ji aliyê Selahatin Demirtaş ve li ser hesabê twitter di 19.10.2022 de di parvekirinên xwe de ji ber ziyanên ku li mafê kesayetî, rumet û rêzê ya Hêzên Çekdarî yên Tirkiyeyê daye bi daxwaza tazmînatê em dozê lê vedikin û ji dema ev parvekirin kirî û heta niha jî wek fayîz biçe ser vî pereyî û ji aliyê Demirtaş ve ev tazmînat were dayîn û her wiha têçûya dozê û parêzeran jî li ser wî were hesab kirin, em daxwaz dikin biryar li ser vê daxwazê were dayîn.”

Parêzerê Demirtaş li ser hesabê xwe yê twitter ev belgeya Wezareta Bervaniyê parvekiriye û nivîsiye: “Wezareta Berveniyê di derbarê, birêz Demirtaş de dozê vedike, bêgoman dikare veke. Lê doz, bi îmzeya Mîrlîwa bi sergotara “BILEZ” tê vekirin. Ka we digot kes fermanê nade dadgehan! Ev belgeya fermanê ye.”

Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş 19ê Cotmeha 2022ê li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyam belav kiribû û gotibû: “1-Parêzerên min agahdarkirin derbarê bikaranîna çekên kîmyaî bo ser endamên PKKê dîmen hatine belavkirin. Ji bo zelalkirina vê rewşê divê şandek serbixwe û navdewletî lêkolîn bike. Divê şert û mercên lêkolînê bên avakirin. 2- Hinceta wê çi dibe bila bibe bikaranîna çekên kîmyaî li her derê cîhanê sucekî giran e. Eger tiştekî wiha hebe berpirsiyarê wê dê desthilata AKP-MHP be ku di polîtîkayên xwe yên şer de sînoran nas nakin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst