RAPIRSÎ - Tifaqa Millet 4 xalan li pêş Tifaqa Cumhur e

26-11-2022
RÛDAW
Nîşan Rapirsî Hilbijartinên Tirkiyê ORC
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor Rapirsiyeke Kompanya Lêkolînan a ORCê di hilbijartinên bên ên Tirkiyê de rêjeya dengên partiya desthilatê AKPê bo ji sedî 31.1 daketiye. Tifaqa Millet a opozîsyonê jî 4 xalan li pêş Tifaqa Cumhur e ku ji partiyên desthilatê AKP û MHPê pêk tê.

Kompanya Lêkolîn û Rapirsiyan a ORCê di encamên rapirsiya xwe ya dawî ya derbarê hilbijartinên bên ên Tirkiyê de eşkere kirin. Rapirsî li 45 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistan bi awayek rûbirû di navbera 18-23ê Mijdara 2022an de ligel 4 hezar û 280 kesan hatiye kirin.

Li gor şert û mercên asayî eger hilbijartinek pêşwext nebe dê hilbijartinên giştî di Hezîrana 2023ê de li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bên kirin, lê di rapirsiyê de ji dengderan hatiye pirsîn “Eger vê Yekşemê hilbijartin bê kirin, hûn dê dengên xwe bidin kîjan partiyê?”

Bersiv wiha ne:

Rapirsiya Hilbijartinên Tirkiyê 

AKP: %31,1

CHP: %24,2

ÎYÎ Partî: %17,8

HDP: %7,4

MHP: %6,8

Partiya Pêşerojê: %2,7

Partiya DEVA: %2,3

Di rapirsiyê de derbarê tifaqên hilbijartinê de jî pirs ji beşdarvanan hatiye kirin. Rêjeya dengên Hevpeymaniyan jî wiha ye:

Dengên Tifaqan

Tifaqa Millet: %42,0

Tifaqa Cumhur: %37,9

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst