Dadgehê 5 sal ceza da Leyla Guven

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Colemêrgê bi hinceta “propagandeya PKKê” 5 sal cezayê girtîgehê dan parlamentera berê ya Partîya Demokratîk Gelan (HDP) Leyla Guven.Dadgeha 2emîn a Cezayan a Colemêrgê li dijî parlamentera berê ya HDPê Leyla Guven, bi hinceta ku di axaftineke xwe ya di 13ê Sibata 2020an de “propagandeya PKKê” kiriye doz vekiribû.

Îro 26ê Mijdara 2021an, runiştina dawî ya wê dozê li Dadgeha 2emîn a Cezayan a Colemêrgê birêveçû. Leyla Guven ji Girtîgeha  Tîpa F a Xarpêtê bi rêya sîsetema dengûreng (SEGBİS)  û parêzerê wê Serdar Çelebî jî ji Dadgeha Amedê bi rêya heman sîstemê beşdarî dozê bûn.

Dadgehê piştî parastina Leyla Guven û parêzerê wê bi hinceta “propagandeya PKKê” 5 sal cezayên girtîgehê dan Leyla Guven.

Parêzerê Leyla Guven, Serdar Çelebî amaje bi wê yekê da ku ev biryar, biryareke ne hiqûqî ye û got: “Piştî daxuyaniya dadgehê em dê mafê xwe yê îtîrazê bikarbînin.”

Leyla  Guven di 31ê Kanûna 2018an de hatibû girtin û bo zindanê hatibû şandin. Di hilbijartinên giştî yên Tirkiyê de ku di 24ê Hezîrana 2018 de hat lidarxistin, li ser lîsteya HDPê li parêzgeha Colemêrgê weke parlamenter hatibû hilbijartin, lê belê nehatibû azadkirin û di girtîgehê de mabû.

Leyla Guven dema di girtîgehê de bû, bi gotina xwe ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan rêberê PKKê yê girtî ketibû greva birçîbûnê û di 79mîn roja greva xwe de hatibû berdan, lê li ser greva xwe berdewam bûbû û di 200mîn roja grevê de li ser daxwaza Ocalan, dawî li greva xwe anîbû.

Leyla Guven piştî ku salek di ser hilbijartina wê weke parlamenterê Colemêrgê re derbas bûbû, roja Çarşemê 10ê Tîrmeha 2019 di civîna parlamentoya Tirkiyê sonda qanûnî xwaribû û weke parlamenter dest bi karê xwe kiribû.

Roja 24ê Hezîrana 2020an, parlamentoya Tirkiyê parêzbendî li ser Leyla Guven parlamentera HDPê yê li Colemêrgê, Musa Farisogullarî parlamenterê HDPê yê li Amedê û Enes Berberoglu parlamenterê CHPê rakir.

Rojek piştî rakirina parêzbendiyê, Leyla Guven hatibû girtin û bo zindana tîma D ya Amedê hatibû şandin. Piştî parêzerên Guven li ser dosyeyeke din serdana dadgehê kirin û li wir daxwaza azadkirina wê kirin, dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û piştî heftiyekê Guven hatibû berdan.