Li du bajaran 10 endam û berpirsên HDPê hatin desteserkirin

26-11-2021
RÛDAW
Nîşan HDP Kocaeli Stenbol PKK Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarên Kocaeli û Stenbolê 10 endam û berpirsên HDPê hatin desteserkirin.

Li parêzgehên Kocaeli û Stenbolê yên Tirkiyê hêzên emnî 10 endam û berpirsên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) desteser kirin.

Îro 26ê Mijdara 2021ê di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Kocaeliyê dihat kirin li navend û navçeyên parêzgehên Kocaeli û Stenbolê bo desteserkirina hejmareke endam û berpirsên HDPê operasyon hatin kirin.

Di encama wan operasyonan de 10 endam û berpirsên HDPê hatin desteserkirin.

Her îro li parêzgeha Edenê ya Tirkiyê jî bi hinceta PKKê derbarê 17 kesan de biryara desteserkirinê hat dayîn.

Tîmên Şaxa Rêveberiya Terorê ya Rêveberiya Ewlekariya Edenê, di çarçoveya biryara Serdozgeriya Komarê ya Edenê, sibê zû bi ser gelek malan de girt û li gor zanyariyan polîsan deriyên malan şikandin û li nav malan lêgerîn kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst