55 kes hatin desteserkirin: Hincet PKK ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li 17 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, 55 kes bi hiceta endamtiya PKKyê hatin desteserkirin.

Piştî êrişa roja 23yê Çiriya Pêşînê ya li Enqereyê ku PKKê berpirsiyariya wê li xwe girt, operasyonên hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê yên ji bo desteserkirina Kurdan zêdetir bûne.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya îro li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku li 17 bajaran operasyona bi navê “Gurz-22” hatiye kirin û bi hinceta “endamtiya PKKyê” 55 kes hatine desteserkirin.

Alî Yerlîkaya îdia dike ku kesên hatine desteserkirin di nav baskên ciwanan ên PKKyê de cih girtine û ji bo rêxistinê alîkariya darayî kom kirine û beşdarî çalakiyên kolanan bûne.

Di operasyona ku li bajarên Edene, Aydin, Hatay, Îzmîr, Eskîşehîr, Kocaelî, Mugla, Manîsa û Trabzon ên Tirkiyeyê û bajarên Colemêrg,  Îdir, Sêrt, Xarpêt, Mûş , Erzirom, Qers û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê hatiye kirin de 55 kes hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ew kes veguhastin rêveberiyên ewlehiyê yên bajarên ku lê hatine girtin.

Doh jî li 31 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê operasyon hatibûn kirin û di encamê de 176 kes bi heman hincetê hatibûn desteserkirin.