Saziya Pizîşkiya Dadî ya Tirkiyê: Aysel Tugluk nikare di girtîgehê de bimîne

26-10-2022
RÛDAW
Nîşan Aysel Tugluk Saziya Pizîşkiya Dadî ya Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Sazî ya Pizişkî ya Dadî ya Tirkiyê di raporeke xwe de ragihand ku siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk ku yek ji girtiyên nexweş e “nikare di girtîgehê de bimîne”. Tê çaverêkirin Tugluk piştî vê biryarê bê azad kirin.

Hevseroka berê ya Partiya Civaka Demokratîk (DTP), parlamentera berê ya HDPê û siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk ji sala 2016an ve di Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê de ye û nexweşa demansê (jibîrçûnê) ye.  Parêzeran heta niha çendîn car ji bo azadkirina wê serî li Saziya Pizîşkiya Dadî ya Tirkiyê dabûn da ku di rapora xwe de biryarê bide ku Tugluk ji ber nexweşiya xwe nikare di girtîgehê de lê saziya navborî her carê ev daxwaza wan red dikir.

Li gor zanyariyên di medyaya Tirkiyê de belavbûne Serokê Saziya Pizîşkiya Dadî ya Tirkiyê îro 26ê Cotmeha 2022an di raporeke xwe de ragihandiye ku Aysel Tugluk êdî nikare di girtîgehê de bimîne.

Tê çavêrêkirin  ku piştî vê biryarê Aysel Tugluk bê azadkirin.

Ji bo azadkirina Tugluk heta niha çendîn kampanya hatine kirin û hejmarek baroyên Bakurê Kurdistanê jî bang li aliyên peywendîdar kirine ku Aysel Tugluk nikare bi tena serê xwe jiyana xwe berdewam bike, lewra divê bê azadkirin. Lê her carekê ev daxwaz dihat red kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst