Li Tirkiyê her ku diçe kuştina jinan zêdetir dibe

26-10-2022
RÛDAW
Nîşan Emîne Cin Stenbol Tundûtûjiya Dijî Jinan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê jineke 34 salî, ji aliyê hevjînê xwe ve li naverasta kolanê bi demanceyê hat kuştin. Hevjînê wê bi otomobîlekê ji cihê bûyerê reviya lê piştre xwe radestî hêzên ewlehiyê kir.

Li taxa Sumbulefendi ya li navçeya Fatîh a Stenbolê duh 25ê Cotmehê 2022an di demjimêr 20:30an de jina bi navê Emine Cin ji aliyê hevjînê xwe Levent Cin ve bi çekê hate kuştin.

Welatiyên ku dengê çekê bihîstîn tîmên tendirustiyê û polîs ji bûyerê agahdar kirin.

Tîmên tendirustiyê yên ku hatin cihê bûyerê Emine Cin a ku giran birîndarbûyî bi ambulansê veguhestin nexweşxaneyê lê tevî hemû hewldanan Emine Cin li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan hevjînê wê Levent Cin berê jî gelek tawan kirine. Şahidhal dibêjin Levent Cin 5 gule li Emine Cin dane.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin ve hatiye belavkirin, di sala 2022an de 323 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.

Tirkiye piştî ku ji Peymana Stenbolê vekişiya heta niha herî kêm 361 jin di encama êrîşên mêran de canê xwe ji dest dane. Her wiha mirinên bi guman jî zêde bûne.

Piştî Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişiya herî kêm 286 jin bi awayekî bi guman hatine kuştin. Di sala 2022an de kuştinên bi guman herî zêde di mehên Adar û Hezîranê de çêbûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst