KONDA: Li Tirkiyê ji sedî 90ê ciwanan ji demokrasiyê nerazî ne

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya kompanyayên KONDA û Navenda Bîrê, li Tirkiyê %90ê ciwanan ji demokrasiyê nerazî ne.

Kompanyayên KONDA û Navenda Bîrê, encamên lêkolîna “Têgihiştina Mafên Mirov a Ciwanan” ku di rojên 25-26ê Hezîranê de li 28 bajar û 95 navçeyan ligel 2 hezar û 217 ciwanên temenê wan di navbera 18 û 30 salî de rûbirû hatiye kirin, eşkere kirin.

Li gor rapirsiyê %90ê ciwanan li ser 10 puanan 5-6 puan dane cîbicihkirina demokrasiyê û %55 dibêjin binpêkirina mafan heye. Ji nav 2 hezar û 217 ciwanan 48an jî tenê puanek dane cîbicihkirina demokrasiyê.

Li gor ciwanan herî zêde mafê jinan tên binpêkirin. Herwiha ciwan dibêjin divê dewlet rûbirûyê rabirdûyê bibe û tawanbar bên cezakirin. %18ê ciwanan jî gotine pirsgirêkeke dewletê ku “rûbirûyê rabirdûya xwe bibe” nîne.

Li gor rapirsiyê %37ê ciwanan gotine tiştê herî girîng bo wan “azadiya nêrîn û raderbirînê” ye û %55ê ciwanan li ser pirsa “Gelo ti caran mafê we hatiye binpêkirin” bersiva “erê” dane. Dema temenê ciwanan bilind dibe û asta dîndarî û mihafezekariyê zêde dibe gilî û gazind kêm dibin û dema asta xwendinê bilin dibe gilî û gazind zêde dibin.