Dadgeha Destûra Bingehîn dema parastina doza HDPê dirêj kir

26-10-2022
RÛDAW
Nîşan HDP Dadgeha Destûra Bingehîn Tirkiye Doza HDPê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku dema parastina doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bo 30 rojên din bê dirêj kirin. Li gor vê biryarê divê HDP parastina xwe heta 27ê Mijdara îsal pêşkêş bike.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê doza girtna xwe de ji bo parastina xwe bike 16ê Tebaxa 2022ê daxwaza dema zêde kiribû. Li gor ajansa fermî ya Tirkiyê Dadgeha Destûra Bingehîn ev daxwaza HDPê qebûl kiriye û 30 roj li dema parastinê zêde kiriye.

Dadgeha Destûra Bingehîn di Hezîrana îsal de îdîanameya Serdozgeriya Komarê ya ji bo girtina HDPê qebûl kiribû. Bi qebûlkirina yekdengî ya îdîanameyê, pêvajoya girtina HDPê ku di 15ê Cotmeha 2012an de hatibû damezrandin, bi awayekî fermî dest pê kir.

HDP sêyemîn fraksyona herî mezin e li Parlamentoya Tirkiyê ye û di hilbijartina dawî ya parlamentoyê de ku sala 2018an hat kirin, ji sedî 11.7ê dengan bidest xistin û ji 600 kursiyên parlamentoyê 67 kursî birin. Di vê gera parlamentoyê de mafê parlamenteriyê ji sê parlamenterên HDPê hatiye standin û hinek parlamenter jî ji fraksyonê derketine. Li Parlamentoya Tirkiyê niha 57 kursiyên HDPê hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst