MetroPOLL: %60ê xelkê daxwaz dikin ku KHKyî bo ser karên wan bên vegerandin

26-10-2022
RÛDAW
Nîşan Metropoll Rapirsi KHK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiyeke Kompanyaya Rapirsî û Lêkolînan a MetroPOLLê ji sedî 60ê xelkê daxwaz dikin ku ew karmendên hikumî yên piştî hewla derbeya leşkerî ya 2016ê ji karê wan hatine avêtin, careke din bo ser karê wan bêne vegerandin ku hejmara wan herî zêdeyî 125 hezar kes in.

Kompanyaya Rapirsî û Lêkolînan a MetroPOLLê encamên rapirsiya xwe ya derbarê ew karmendên hikumî yên piştî hewla derbeya leşkerî ya 2016ê   bi Biryarên Di Hikmê Qanûnê de (KHK) ji karê wan hatine avêtin, eşkere kir ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara wan herî kêm 125 hezar û 678 kes in.

Ew rapirsî di Îlona îsal de li 28 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiye ligel 2 hezar û 119 kesan hat kirin.

Di rapirsiyê de ji beşdarvana hatiye pirsîn”Bi nêrîna we divê derbarê ew kesên bi Biryarên Di Hikmê Qanûnê de (KHK) ji karê wan hatine derxistin çi bê kirin?”

Ji sedî 45,5ê beşdarvana ragihandine ku divê tenê ew kesên ji dosyeyên xwe beret kirine yan jî bê tawan derketine, vegerin ser karê xwe.

Ji sedî 14.1ê beşdarvanan dibêjin divê vegerin ser karê xwe.

Ji sedî 25.6ê beşdarvanên vê rapirsiyê dibêjin bila ti kesek ji karmendên ku bi Biryarên Di Hikmê Qanûnê de (KHK) ji kar hatine derxistin venegerin ser karê xwe.

Ji sedî 14. 8 beşdarvanan jî dibêjin ku li ser vê mijarê ti nêrîneke min nîne

Karmendên bi Biryarên Di Hikmê Qanûnê de ji kar hatine derxistin, vegerin ser karê xwe?

%45.5 Tenê kesên bê tawan

%14.1 Bila hemû vegerin

%25.6 Bila ti kes venegerin

%14.8 Bê bersiv

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst