Buldan: Tezkere dijminatiya Kurdan e

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di civîna koma partiya xwe ya parlementoyê de di derbarê dirêjkirina tezkereyê de axivî û got “Ev tezkere tezkereya dijminatiya Kurdan e.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di civîna koma partiya xwe ya parlementoyê de, biryara dirêjkirina destûra operasyonên dersînor ên Iraq û Sûriyê ji bo 2 salên din ku îro di parlamentoya Tirkiê de were gotûbêjkirin nirxand.

Pervîn Buldan got “Dema ku rojeva gel xizanî, bêkarî, debara jiyanê û neheqî ye, em li hikûmetê dinêrin, rojeva wan dîsa qanûna şer e.”

Buldan amaje bi wê yekê kir ku tezkeraya şer a Iraq/Sûriye dê îro di Lijneya Giştî de bê gotûbêjkirin. Herwiha Buldan diyar kir ku her sal dema tezkereyê ji bo yek sal tê dirêjkirin, îsal desthilat tezkereyê ji bo 2 salan dirêj dike û got “Ev tê wê wateyê ku hikûmet hewl dide tezkereyê bi dirêjkirina 2 salan garatî bike, ji ber ku nîgeran e ku koma AKP'ê piştî salekê bikaribe bimîne an na û parlamentoyê bicivîne an ne. Ew jî dibînin ku yên çûnê ne. Ev tezkere di heman demê de tezkereya çûna desthilatê ye.”

Hevseroka HDPê tekez kir ku dixwazin parlamentoya Tirkiyê têxin bin îpoteka siyaseta şer û wiha berdewam kir “Ev tezkereya ku li dijî hiqûqa navneteweyî ye, li hundir û derve çareseriya tezkereya ne çareserî ye. Ev tezkere ji bo li serpêjiştina gendeliya kurmî û sîstema kedxwarinê ye. Leza ji bo veşartina îflasa aboriyê û hilweşîna mezin e. Ev tezkere ji bo sabotekirina aştiya li Sûriyê, sûdwergirtina ji pevçûn û bêîstiqrarê ye. Ev tezkere tezkereya dijminatiya Kurdan e. Tezkereya behnvedana ji bo rêxistinên tawanê: artêşa azad a Sûriyê, DAIŞ, El Nusrayê ye. Ev tezkere kampanyaya hilbijartinê ya hikûmeta AKP'ê ye ku roj bi roj desteka xwe ya civakî winda dike ye.”

Pervîn Buldan di derbarê berdevka Tevgera Jinên Azad Ayşe Gokkan yê 30 sal ceza dabûnê de jî amaje bi wê yekê kir ku heta niha Gokkan 83 car hatiye desteserkirin û ji ber ku paş de gav neavêtiye hewldana tolhildanê ye wiha berdewam kir “ Biryar ne hiqûqî ye, siyasi ye. Encameke polîtîkaya dijminatiya jin û Kurdan e. Em wek jinan vî cezayê bêhiqûq nasnakin û em dê nasnekin.”

Li aliyê din Buldan diyar kir ji ber ku Hevseroka KCDê Leyla Guven, Hevseroka bajarê Amedê ya HDPê Hulya Alokmen û hevalên wan di girtîgehê de bi Kurdî stran gotine û govend girtine cezayê ragihandinê û hevdîtinê dane wan û got “Ev zîhniyeta darazê ya ku dijminatiya li Kurdan rast dibîne, cesaretê ji dijminatiya dewletê ya li Kurdan digire.”