ORC: Kêmbûna dengên AK Partiyê ji 10 xalan derbas bû

26-10-2021
RÛDAW
Nîşan Rapirsiya ORC AK Partî Kêmbûna Dengan CHP IYI Partî Mehmet Postekî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolîna ORC encamên dawî yên rapirsiya hilbijartinê parvekir û li gorî encamê, kêmbûna dengên AK Partiyê ji 10 xalan derbas bûye.

Birêveberê Giştî yê Kompaniya Lêkolîna ORC Mehmet Postekî encamên rapisyê yên hilbijartinê li ser hesabê xwe yê Twitterê nirxand.

Li gorî lêkolînê, kêmbûna dengên AK Partiyê ji 10 xalan derbas bûye û sedema kêmbûna dengan û çima  hilbijêr dev ji AK Partiyê berdidin wiha dide nîşandan “Aborî 5 xal, Birêvebirina xerab: 3 xal, Dilgiraniyên hiqûq, edalet û azadiyê: nêzîikî 2 xal.”

Li ser vê yekê Mehmet Postekî destnîşankir ku ne mimkune AK Partî rêjeya dengên xwe yên berê bidest bixe.

Mehmet Postekî amaje bi wê yekê kir ku eger rewşa aboriyê rast bibe jî û mijarên paşdeçûna demokrasî edaletê rast nebin, AK Partî dikarê herî zêde nîvê dengên ku wenda kiriye werbigre.

Herwiha Postekî da zanîn yên ku ji ber sedemên aboriyê ji AK Partiyê veqetiyane berê xwe bidin Partiya Deva û Partiya Pêşerojê.

Li aliyê din Postekî got jî yên ji ber mijarên wek hiqûq, edalet û paşdeçûna ji demokrasiyê ji AK Partiyê veqetiyane, ew jî dê berê xwe bidin CHPê û IYI Partiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst