Fatih Portakal ji Pêşmerge re got “terorîst”

26-10-2019
RÛDAW
 Bêjerê FOX TVê peyva "terorîst" bo Hêzên Pêşmerge bikar anî
Bêjerê FOX TVê peyva "terorîst" bo Hêzên Pêşmerge bikar anî
Nîşan Fatih Portakal Hêzên Pêşmerge Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bêjerê FOX TVê Fatih Portakal di bultena xwe de ji bo Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê peyva “terorîst” bikar anî.

Bêjerê FOX TVê Fatih Portakal ku weke nêzîkî opozisyona Tirkiyê tê naskirin, di bultena xwe ya 25ê Cotmehê de Hêzên Pêşmerge yên bo piştevaniyê çûbûn Kobanî, weke “terorîst” pênase kir.

Fatih Portakal bi armanca ku AK Partiyê rexne bike wiha got: “Di 29ê Cotmehê Cejna Komariyê de we ji bo derbasbûna teroristan, pêşmerge merasîm saz kir. Ew diçûn  Ayin El Araba (mebesta wî Kobanî ye), we di Cejna Komariyê de ev yek kir. Bêguman hûn dê ji bo wê yekê jî min rexne bikin û ji min re bibêjin terorîst, lê hûn çi dibêjin bibêjin.”

Bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê, Îlona 2014 rastî êrişa DAIŞê hat. Bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê yê wê heyamê Mesûd Barzanî, Pêşmerge bi çekên giran bi rêya Bakurê Kurdistanê re derbasî Kobanî bû. Piştî şerekî giran Kobanî roja 26 Çileya 2015 ji nav lepê DAIŞê hat derxistin.

Dema ku pêşmerge di 28ê cotmeha 2014an de çûn Kobanî, tenê beşekî biçûk mabû ku bikeve destê çekdarên DAIŞê, lê bi çûna Pêşmerge re rewş hat guhertin û roj bi roj ligel şervanên Kurd pêşde çûn û hemû herêma Kobanî hat kontrol kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst