RAPIRSÎ - Ferqa di navbera dengên CHP û AK Partiyê de çi qas e?

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Navenda Lêkolînên Civakî ya Yoneylemê meha Îlonê rêjeya dengdêrên “bêbiryar” derketiye ji sedî 12,2yan û di navbera rêjeya dengên CHP û AK Partiyê de 4,5 puan heye.

Navenda Lêkolînên Civakî ya Yoneylemê encamên rapirsiya bi navê “Lêkolîna Siyaseta Tirkiyeyê” ya Îlona 2024an eşkere kirin.

Navenda Lêkolînên Civakî ya Yoneylemê rapirsî bi 2 hezar û 100 kesî re kiriye.

Li gorî rapirsiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêjeya dengdêrên “bêbiryar” zêde bûye û derketiye ji sedî 12,2yan ku meha Hezîranê ev rêje ji sedî 10 bû.

Her wiha rêjeya dengdêrên ku dibêjin “ez dengê xwe nadim” jî li gorî meha Hezîranê zêde bûye û ji ji sedî 5,7an derketiye ji sedî 7,3yan.

Di rapirsiyê de pirsa “Eger vê Yekşemê hilbijartin werin kirin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” hatiye kirin.

Bi rêjeya 34,7an CHP bûye partiya yekemîn û rêjeya dengên AK Partiyê jî ji sedî 30,2 ye wate 4,5 puan ferq çêbûye.

Rapirsiya Yoneylemê piştî ku dengên dengdêrên “bêbiryar û yên nayên dayîn” li ser partiyan hatine belavkirin:

CHP: Ji sedî 34,7

AK Partî: Ji sedî 30,2

DEM Partî: Ji sedî 9,6

MHP: Ji sedî 9,4

ÎYÎ Partî: Ji sedî 4

Partiya Yenîden Refahê: Ji sedî 3,7