Kabîneya Hikûmeta Tirkiyeyê îro dicive: Di rojevê de ‘mûçe û operasyon’ hene

Hewlêr (Rûdaw) - Kabîneya Hikûmeta Tirkiyeyê îro li Enqereyê dicive.

Dê civîn saet 15:00an bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan pêk were.

Di rojeva Kabîneyê (Encûmena Wezîran) de "zêdekirina mûçeyên malnişînan" û "ji bo ciwanan piştgiriya telefonên bêbac" hene.

Di civînê de dê hevdîtinên dualî yên Erdogan ên li Lûtkeya G20ê, Neteweyên Yekbûyî û Naxçivanê bên gotûbêjkirin.

Herwiha "xebatên li herêmên erdhejê" û "operasyonên Tirkiyeyê yên li navxwe û derveyî Tirkiyeyê" jî di rojeva kabîneyê de ne.

Tê çaverêkirin ku Erdogan piştî civîna kabîneyê, civîneke çapemeniyê saz bike û biryarên kabîneyê ji raya giştî re ragihîne.