Tirkiyê dronên TB2 Bayraktar dane Somaliyê

Hewlêr (Rûdaw) - Hat diyarkirin ku Tirkiye weke piştgirî bo hikûmeta Somaliyê di şerê li dijî rêxistina îslamî ya radîkal El-Şebab de, dron ji wî welatî re şandine.

Wezîrê Navxwe yê Somaliyê Ehmed Fîqî diyar kir ku di êrîşên mezin ên li dijî rêxistina El Şebab a Îslamî ya radîkal de, Tirkiyê piştgiriya leşkerî daye wî welatî û tekez kiriye, Tirkiyê weke piştgirî dronên ji corê Bayraktar TB2 şandine Somaliyê.

Li gorî nûçeya DW, Wezîrê Navxwe yê Somaliyê di hevpeyvînekê de ligel kanaleke televîzyonî ya Somaliyê diyar kiriye ku ligel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Tirkiye jî piştgiriyê dide hêzên ku li Somaliyê li dijî El-Şebabê şer dikin. Yek ji van piştgirîyan jî perwerdeya leşkerî ya hêzan e.

Ehmed Fîqî gotiye, leşkerên Somaliyê li Tirkiyê beşdarî perwerdehiya têkoşîna dijî terorê bûne.

Roja Şemiyê, Mîsyona Yekîtiya Afrîkî ya li Somalî di daxuyaniyekê de got ku Mîsyon piştgirî dide leşkerên Somaliyê.

Hikûmeta Somaliyê bi mehan e li dijî rêxistina El-Şebab operasyonên leşkerî dimeşîne.

Grûpa îslamî ya radîkal El-Şebab herêmeke berfireh li navenda Somalî û başûrê wî welatî kontrol dike.

Grûpa El-Şebab piştî şer û pevçûnên bi hêzên hikûmetê re neçar bûye ku ji gelek herêmên cuda yên li navenda Somaliyê paşve biçe. Wezîrê Navxwe yê Somaliyê jî dibêje, li dijî rêxistina El-Şebabê li "eniyên cuda" destkeftiyên leşkerî hatine bidestxistin.

Îdiaya êrîşa xwekujî

Li gorî agahiyên ku artêş û şahidên bûyerê dane ajansa nûçeyan a AFPê, roja Yekşemê li paytexta Somalî Mogadîşoyê di êrîşeke xwekujî ya rêxistina El-Şebab de herî kêm 7 kes hatine kuştin û 9 kes jî birîndar bûne.

Şahidê bûyerê Ahme Gobe gotiye, “Ez nêzî cihê teqînê bûm, pir mezin bû. Min mirî û birîndar dîtin.”

Şahidekî din jî diyar kir ku herî kêm 10 kes bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.

Tirkiyê dronên xwe firotine 23 welatan

Li gor agahiyên Wezareta Berevaniya Tirkiyê, wî welatî heta niha dronên leşkerî yên ji corê TB2 Bayraktar firotine 23 welatên cîhanê.

Li gorî daneyên Encûmena Hinardekarên Tirkiyê, Baykar di sala 2021'an de bi 664 mîlyon dolarî pergalên dron hinardeyî derveyî welat kiriye.