Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, derbarê niqaşên muxatabê pirsa Kurd de got “Muxatab gelê me ye û aktorên ku tekoşîna gelê me dimeşînin. Em bi vî awayî dawî li vê mijarê tînin.”
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ku li şûna wî qeyûm hat danîn, di Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de axivî.
Ahmet Turk dibêje “Em di encama têkoşîneke dem dirêj de, li vê derê ne. Em dizanîn ku ji salên 90î ve, siyasetên zext, jenosîd û teslîmgirtinê berdewam in. Îro jî bi deh hezaran rêhevalên me di girtîgehan de ne. Em slavê li wan dikin. Ligel hemû siyaseta zextê û berdelên giran, partiya me bûye hêviya gelên me. Em bawer dikin, kadroyên me xwedî wê ezmûnê ne ku dikarin siyaseta demokratîk ava bikin. Bêguman, bi siyaseta qeyûman dixwestin me û gelê me ji hev dûr bixin.”
Ahmet Turk, derbarê qeyûman de got “Pratika qeyûman li meydanê ye. Di vê mijarê de, lêkolînên cîdî yên partiya me hene. Îro hemû karmendên qeyûm, ji ber gendelî û bertîlan tên darizandin. Armanca wan ne rêveberiya şaredariyê ye, teslîmgirtina îradeya xelkê ye. Demokrasiya rêveberiyên herêmî lingê herî girîng e. Ger em xebata rêveberiya herêmî bi awayekî rêkxistî bimeşînin, dê têkiliyên me bi xelkê re bi hêztir bibin. Dem bi dem xeletiyên ku me kirin û berbijêrên bêyî şêwra xelkî hatin diyarkirin bû sedem em şaredariyan ji dest bidin. Bi nêrîna min dê hevalên me li gor vê planên xwe çê bikin.”
Turk axavtina xwe wiha berdewam kir “Tirkiye dikeve heyameke nû. Derbarê çareseriya pirsa Kurd de niqaş tên kirin. Ji bo ku pirsa Kurd bi awayekî aştiyane û dadmendane bê çareserkirin, me her dem derî vekir û piştgirî da. Me di vê têkoşînê de berdelên pir giran dan. Îro her kes dibîne ku siyaseteke bê HDP qet nikare li Tirkiyê bibe desthilatdar. Ji bo pirsa Kurd bê çareserkirin, divê berî her tiştî, hebûna gelê Kurd, nasnameya wan, zimanê wan û statuya wan bê qebûlkirin. Dem bi dem niqaşên muxatabiyê tên kirin. Gelo muxatab kiye? Muxatab gelê me ye û aktorên têkoşîna gelê me dimeşînin. Em bi vî awayî dawî li vê mijarê tînin. Bêguman divê her kes bizane ku bêyî wergirtina nêrînên kesên ewqas tekoşîn kirine, fêdeya kar û xebatên ku tenê bi aliyekî re bên kirin nîne.”
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di beşa yekem a belgefîlma 'Birêz Kemal û Hevpeymanên Wî' de ku ji aliyê rojnamevan Gûnel Cantak ve hatiye amadekirin û roja 19ê Îlonê hatibû belavkirin, gotibû, “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêwîstiya me bi desteyeke rewa heye. Em dikarin HDP'ê wek organek rewa bibînin.”
Kiliçdaroglu ragihandibû, “Em dikarin HDP wek organeke rewa bibînin. Piştgiriya xelkê heye, hatiye nav parlamentoyê û karê xwe dike. Eger ev pirsgirêk çareser bibe, bi organeke rewa, bi HDPê re em dikarin çareser bikin. Ji ber vê ez wiha difikirim ku pêwîst e HDP li parlamentoyê be.”
Serokê CHPê rexne li siyaseta hikûmeta AK Partiyê û şexsê Erogan girtibû û gotibû, “Pirsgirêkeke Kurd heye ku saziya siyasetê 35-40 salin nikare çareser bike. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd pêwîstiya me bi organeke rewa heye. Dewlet nikare organeke nerewa muxatep bigre. Erdogan ev kir. Dewlet bû muxatebê Îmraliyê. Îmralî ne organeke rewa ye.
Kiliçdaroglu gotibû, Pirsa Kurd li Tirkiyê tenê dikare di nav parlamentoyê de bê çareserkirin û ji bo çareseriyê, li derveyî parlamentoya Tirkiyê ti navnîşanên din tune ne.
Li aliyekî din, parlamenterê HDPê û hevserokê berê yê wê partiyê, Sezaî Temellî ragihandiye, “navnîşana çareseriya demokratîk Îmralî ye û muxateb Ocalan e.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse