Metropoll: Opozisyon bêyî HDPê nikare desthilatê bidest bixe

Hewlêr (Rûdaw) - Rêvebirê Kompaniya Metropoll ya lêkolînên siyasî û rapirsiyan ragihand, ku hemû lêkolînên wan derdixin, ku aliyên opozisyonê bêyî HDPê nikarin desthilatê bidest bixin.

Rêvebirê Metropollê Ozer Sancar aşkere kir, tevî ku hemû hewlên opozisyonê û têkelbûna wan li gel pirsên hestiyar, lê nikarin desthilatê bêyî HDPê bidest bixin.

Sancar da zanîn, ku hilbijartinên vê dawiyê yên şaredariyan derxist, ku HDPê aliyekî yekalîkirî ye û baştirîn taqîkirin jî hilbijartinên Stenbolê bûn, ku piştî 27 salan CHPê karî bi alîkariya HDPê wê şaredariyê bidest bixe.

Rêvebirê Metropollê diyar jî kir ku eger hat û vê carê jî opozisyon pişta xwe bide HDPê, û wê nexe nava hevpeymaniya xwe, bê guman ew ê nikaribe desthilatê bidest bixe.