AK Partiyê pêşwaziya HDPê kir

26-09-2015
Mahîr Yûksel
Nîşan HDP AK Partî Amed
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Di çarçoveya Cejna Qurbanê de ji bo pîrozkirinê serdana partiyên siyasî bo hev berdewamdikin. Bi munasebeta pîrozkirina cejna qurbanê li Amedê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana Partiya Dad û Geşeşpêdan (Ak Partî) kir.


Şandeya HDPê ku ji Parlementera HDPê ya Amedê Nursel Aydogan û Hevserokên HDPê yên Amedê Omer Onen û Gulşen Ozer pêk hatî serdana AK partiyê kirin.


Serokê Ak Parti yê Amedê Dara Akar li avahiya AK Partiyê pêşwaziya şanda HDPê kir.


Dara Akar amaje kir ku ew bi serdana HDPê keyfxweşin û daxwaz kir ku ev cejin bibe wesîleya aştiyê û demên pêş de siyaset bêhtir derkeve pêş û pirsgirêk bi rêya diyalogê werin çareserkirin.


Nursel Aydogan û Omer Onen jî serdana bo AK Partiyê girîng nirxandin û gotin, pêwîst e ji bo bêdengkirina çekan agirbesteke dualî were ragihandin.


Herwiha şandeya HDPê diyar kir, piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê li şûna ku siyaset derkeve pêş, şer derket pêş û pêwîst e ku demildest dîsa rêya siyaset û diyalogê were vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst