Demîrtaş: Erdogan nahêle şer rawest e

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş got, ew hewl didin şer rawest e, lê belê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan rê nade şer bi dawî bê û çek werin bêdengkirin.

 

Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş ragihand: “Hemû hewlên me bo dawîanîn bi xwênrijandinê ye. Em naxwazin rondik li çavên dayik û xwîşkên xwe bibînin û ti demê jî em ligel tundûtîjiyê nebûne, lê mixabin Serokomar rê nade çek werin bêdengkirin.”

 

Hevseorkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Selahedîn Demîrtaş ligel Wezîrê Derve yê Danîmarkê civiya û piştre ji dezgheên ragihandinê re axivî.

 

Selahedîn Demîrtaş got: “Hemû hewla me bo rawestandina şer û dawîanîna bi xwînrijandinê ye. Me li hemû civîn û semînarên xwe tekezî li ser dubare destpêkirina proseya aştiyê kiriye ku bi nivîşkanî hatiye sekinandin.”

 

Derbarê nirxandina rêjeya dengên HDPê di hilbijartinên 1ê Mijdar a dahatî de jî, Demîrtaş ragihand: “Vê carê jî em dê rêjeya %13 tomar bikin û êdî em rê nadin li Tirkiyeyê dîktatoriyet çê bibe û em dê xewna sultanbûna wan betal bikin.”

 

Hevserokê HDPê derbarê vê mijarê de zêdetir axivî û da xuyakirin: “Hilbijartina vê carê cuda ye ji hilbijartinên din, çimkî AKP hewl dide sîstema yek kesî û yek partiyê pesend bike û welat li gor hez û vîna xwe birêve bibin. Ew bi lampayekê hewl didin yek al, yek welat, yek ol, yek mezheb, yek partî û yek serok ferz bikin. Lê belê em jî xewnê bi baxçeyeke rengîn dibînin.”

 

26mîn hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Tirkiyeyê di roja 7ê meha Hezîran a îsal de hatin lidarxistin û tê de HDPê karî benda %10 a hilbijartinan derbas bike û rêjeya %13.2 ê dengan bi dest xist û 80 parlamenter şand parlamentoyê.

 

Li gor encamên hilbijartinên 7ê Hezîranê, ti aprtiyan nekarî piraniya dengên pêwîst bi dest bîne da ku bi tena serê xwe hikûmeta nû li Tirkiyeyê pêk bîne.

 

Herwiha danûstandinên bo pêkanîna hikûmeta nû ji aliyê AKPê û Serokwezîrê raspartî bo pêkanîna hikûmeta hevpeymaniyê Ahmet Davutoglu jî negihîştin ti encamekê û ji ber wê jî hikûmeta demkî ya hilbijartinê pêk hat.

 

Piştî wan pêşveçûnan, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyib Erdogan biryar da ku hilbijartin werin dubarekirin.

 

Serokê Komisiyona Bilinda Hilbijartinên Tirkiyeyê Sadi Guven jî ragihand, roja 1ê Mijdar a îsal hilbijartinên giştî bo Parlamentoya Tirkiyeyê tê dubarekirin.