Taner Yildiz: Ti nerihetiyek di navbera me û Hewlêrê de tine

26-09-2014
RÛDAW
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Taner Yildiz diyar kir ku petrola DAIŞê bi rêya Tirkiyeyê re nayê firotin û got, di vî warî de ti nerihetiyek di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de tine.

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Taner Yildiz di hevpeyvînekê de digel Ajansa Anadoluyê li ser îdiayên ku dibêjin DAIŞ petrola xwe bi rêya Tirkiyeyê re difroşe, got, ev îdia derew in.

Taner Yildiz anî ziman ku di vî warî de ti tengaviyek di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de tine û wiha axivî:

“Di warê enerjiyê de sê tohmetên ku me heq nekiribû li me didin. Yek ji wan petrola DAIŞê ye, ya din firotina sotmeniya balafiran bo Îsraîlê. Îdiayek din jî ew e ku dibêjin Tirkiye dixwaze bombeya etomî çêbike. Ev her sê îdia ji binî de derew in.”

Medyaya Amreîkayê bi taybet rojnameya New York Times, Tirkiye bi wê tohmetbar kiribû ku petrolê bi nirxeke erzan ji DAIŞê dikire û derbasî bazarên cîhanê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst