Li Stenbolê pevçûna bi çekan: Kuştî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê di pevçûna du komên cuda de kesek hat kuştin û 3 kes hatin birîndarkirin.

Bûyerê derengê şeva borî li Taxa Încîrtepeyê rû da.

Li gorî agahiyan, di nava du komên cuda de ji ber sedemeke nediyar nîqaş çêbû.

Nîqaş piştî demekê veguherî pevçûna bi çekan û 4 kes birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyê lê birîndarê bi navê Yusuf Sancar nefilitî û mir.

Tedawiya her 3 birîndarên din berdewam dike.

 Polîsan jî ji bo girtina gumanbaran dest bi xebatan kiriye.