Li Edeneyê qeza: 4 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn

26-08-2023
Nîşan Edene Qeza Kendal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tufanbeyliyê ya Edeneya Tirkiyeyê otomobîlek ji kendal de ket xwarê.

Di qezayê da 4 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.

Otomobîla ku şofêr û plaqeya wê hîn nayên zanîn li Tufanbeyliyê ji kendal de ket.

Li ser îxbarê ekîbên tenduristiyê, cendirme û tîmên agirvemirandinê çûn cihê qezayê.

Di qezayê da Ayşe (43), keçikên wê Rabîanur (12), Ravzanur Tokali (9) û xwîşka wê Elîfe Yagmur mirin.

Yek jê zarok 3 kesên birîndar jî rakirin nexweşxaneyên li derdorê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst