Li Orduyê mînîbusa karkerên demsalî qeza kir: 20 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Orduyê mînîbûsa karkerên demsalî û mînîbûseke din li hev qelibîn, 20 kes birîndar bûn.

Li navçeya Gurgentepeyê ya parêzgeha Orduyê ya Tirkiyeyê du mînîbusan li hev xist.

Di bûyerê de 20 kes birîndar bûn.

Yek ji mînîbûsan a karkerên demsalî bû.

Bûyerê li Taxa Gultepeyê ya navçeya Gurgentepeyê rû da.

Li ser agahdarkirinê, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê her 20 birîndar rakirin nexweşxaneyan.

Heta niha derbarê rewşa tenduristiyê ya birîndaran ti zanyarî nehatine belavkirin.