Îsraîl bo Tirkiyê: Ofîsa Hemasê ya li Stenbolê bigrin

26-08-2022
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Tirkiye Hemas Irit Lillian
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Berpirsa Karûbarên Balyozxaneya Îsraîlê ya li Enqereyê Irit Lillian ku îro bi rojnamevanan re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku pêvajoya tayînkirina balyozê Enqereyê dikare di nava çend hefteyên bê de bi dawî bibe. Lillian her wiha da zanîn ku wan daxwaza girtina ofîsa Hemasê ya li Stenbolê kirine.

Li gor nûçeya ajansa Reutersê, Lillian herwiha hêvîya Îsraîlê ya girtina ofîsa Hemasê li Stenbolê dubare kir.

Lillian ji rojnamevanan re axivî û diyar kir ku ew tenê meseleya demê ye ku balyoz were tayîn kirin û wiha got "Ji bo Îsraîl tenê ji ber hilbijartinên giştî dibe ku pêvajoya tayînkirinê dereng bimîne lêbelê hêvîdarim dê di wextê xwe de çêbibe û pêvajo di nav çend hefteyan de biqede. "

Hilbijartinên giştî yên Îsraîlê dê di 2ê Mijdarê de bên kirin.

Tirkiye û Îsraîl di hefteyên borî de ragihandin ku wan biryar daye ku di warê temamkirina pêvajoya asayîbûnê de gava herî girîng bavêjin û piştî 4 salan balyozên xwe destnîşan bikin.

"Bila ofîsa Hamasê ya Stenbolê bê girtin"

Lillian destnîşan kir ku ofîsa Hamasê ya li Stenbolê ji bo Îsraîlê pirsgirêk e û daxwazên wan girtina wê ofîsê ye.

Lillian li ser mijarê wiha got:

"Ez nikarim bibêjim ku di heyama pêş de dê ti pirsgirêk dernekevin lê Ji bo berdewamiya peywendiyan em bi biryardarî xebatên xwe didomînin. Di vê xalê de diyalog girîng e.

Ofîsa Hamasê ya li Stenbolê ji bo me yek ji pirsgirêkên sereke ye. Daxwaza me ji Tirkiyê girtina vê ofîsê ye.

Girtina vê ofîsê dê tevkariyeke erênî bide têkiliyên Tirkiye-Îsraîlê."

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst