HDP: Fîlma tirsnak a bi navê 'Ruxandina Esed' veguherî komediyeke absurd

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay li ser rojevê daxuyaniyek da û  got, “Eger Tirkiye çareserî û aştiyê li Sûriyê ji xwe re dike xem, yekane tişta ku divê bike ew e ku ji xaka Sûriyê derkeve û piştgiriya ku dide komên girêdayî xwe bikşîne.” Gunay her wiha got, "Dawiya fîlma tirsnak/serpêhatî ya bi navê “Rûxandina Esed” a ku ji aliyê Koşkê hatiye girtin, êdî veguheriye komediyeke absurd."

Berdevka HDPê Ebru Gunay li Amed a Bakurê Kurdistanê civîna çapemeniyê ya heftane ya asayî li dar xist û li ser geşedanên vê dawiyê daxuyaniyek da.

Gunay got, “Ev hikûmeta ku welat bê mirov kiriye û wêranî û karesat ji bo hebûna xwe biparêze li dû xwe hîştiye, hewl dide heman hişmendiya wêranker li her derê belav bike. Êrîşên hikûmetê yên li ser Bakurê Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin û em geşedanên li Sûriyê ji nêz ve dişopînin. Hikûmeta ku ji sala 2011an û vir ve bê navber li Sûriyê li ser xeta ku agir geş dike ye, cara yekem e behsa hevdîtin û diyaloga bi Esed re dike.”

"Em alîgirê çareserkirina pirsgirêkan bi diyalogê ne"

Ebru Gunay her wiha anî ziman, “Helbet em wek partî li gel wê yekê ne ku hemû pirsgirêk bi diyalog û danûstandinê bên çareserkirin. Lê em jî dizanin ku armanca hikûmetê bi rastî ne muzakere û diyalog e. Ji xeynî sedemên pêşniyara diyalogê, ji nû ve behsa Esed tê wê wateyê ku Koşk û çeteyên wî di şerê Sûriyê de winda kirine. Yanî dawiya fîlma tirsnak/serpêhatî ya bi navê “Rûxandina Esed” a ku ji aliyê Koşkê hatiye girtin, êdî veguheriye komediyeke absurd.

Gunay got, “Di pêvajoya ku bi soza nimêja li Mizgefta Emewiyan a Şamê dest pê kir de, hikûmeta ku bi şovenî û lehengiyê xwe mezin dikir, bi taybetî bi operasyonên xwe yên beriya her hilbijartinê, ji îro pê ve Tirkiye bi mîlyonan penaberan re rû bi rû hiştin.”

“Desthilat li ser Kurdan li rêyên operasyona tasfiyeyê digere”

Ebru Gunay got, “Milyonan, bedelên giran ji bo vê maceraperestî û hewildanên serdestkirina rejîma Îxwanî li Sûriyê dane û hîn jî didin. Lê belê, rejîma Koşkê dê ji vê wêraniya ku bandor li erdnîgariyeke berfireh a Rojhilata Navîn kir, ders wernegirt, ji ber ku ew li ser siyaseteke bêçareser israr dike ku diyaloga bi Esed re li ser bingeha bê Kurdan pêk were. Rejîma Koşkê li rêyên pêkanîna operasyona tasfiyekirina Kurdan digere ku bi alîkariya DAIŞê nikarîbû pêk bîne, vê carê bi şirîkatiya rêjîma Esed re yan jî radestî di bin navê diyalog û danustandinê de ji Esed re bike.”