Li Tirkiyê partiyeke nû hat damezrandin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiyê bi serokatiya wezîrê berê yê tendirustiya wî welatî Rifat Serdaroglu, partiyeke nû bi navê Partiya Rast (Dogru Partî) hat damezrandin.

Wezîrê berê yê Tendirustiyê Rifat Serdaroglu ligel hejmareke berpirs û dîplamatkarên dêrîn dîsan bi awayeke çalak dest bi siyasetê dikin.

Daxwaznameya damezrandina, Partiya Rast a bi serokatiya siyasetmedarê Tirk Rifat Serdaroglu, ji aliyê endamên wê partiyê ve bo Wezareta Navxwe ya Tirkiyê hat pêşandan.

Yek ji endamên Desteya Damezrîner a Partiya Rast Fatma Kabadayî, li ber deriyê avahiya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê têkildarî partiyê de daxuyanî da û got: “Em dixwazin bibin dengê wan kesan ku hêviyên xwe ji desthilatdarî û dijbereya niha birîne. Em dizanîn ku tevahiya welatiyên me yên li nav sînorên mîsaqî mîllî dijîn, daxwaza pêkvejiya, aramî, aştî û wekheviyê dikin. Em soz didin ji bo pêkanîna vê yekê bêyî rewastan kar bikin.”

Di heyama îsal de li Tirkiyê çar partiyên nû hatin avakirin.

Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê ku partiyeke nû ya Tirkiyê ye û bi serokatiya Ali Babacan piştî cudabûna ji AK Partiyê hatiye damezrandin.

Partiya Paşeroj a bi serokatiya Ahmet Davutoglu ku ew jî piştî cudabûna ji AK Partiyê hatiye damezrandin.

Partiya Nûbûn a bi serokatiya parlamenterê berê yê CHPê Ozturk Yilmaz jî yek ji partiyên nû ye li Tirkiyê hatiye avakirin.