Kiliçdaroglu: Dayîkên Şemiyê di daxwazên xwe de mafdar in

Navenda Nûçeyan – Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu bertekên xwe li hemberî êrişa polîsan a li ser 700emîn hefteya çalakiyên Dayikên Şemiyê de nîşan da û got ku Dayikên Şemiyê di daxwazên xwe de mafdar in.

 

Serokê Giştî CHPê Kemal Kiliçdaroglu li hemberî destêwerdana polîsan a li dijî Dayikên Şemiyê ku ji bo aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 700emîn de hatîn ba hev, nerazibûna xwe diyar kir û got: “Ev dayîk çi dixwazin, 700 heftî ne dixwazin ku cihê gora zarokên xwe bizanin. Ma ji bo dayîkan daxwazek ji vê mafdartir heye?”


Kemal Kiliçdaroglu bi bîr xist ku di heyama Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serokwezîr bû de hevdtîn bi Dayikên Şemiyê re kiribû soz dabû wan ku ew dê aqûbeta wendayiyan diyar bike û wiha pê de çû: “Yek ji wan sozên hatibûn dayîn nehatin bicihkirin. Divê daxwazên van dayîkan bê fêmkirin, ma dibe zarokek dayîkan fêm neke. Ez meraq dikim çima êrişê dayîkan dikin, çima bi copan û gaza rondikrêj dayîkan perîşan dikin. Divê mirov hinek xwedî wijdan, îman û exlaq be. Lê tiştek cem wan nine.”


Di berdewamiya axaftina xwe de Kiliçdaroglu anî ziman ku kiryarên bi vî awayî tenê di rêveberiyên dîkta de rû didin û wiha domand: “Çawa mirov ew qasî çavsor dibe, ji vê xirabtir dewlet nayê îdarekirin. Tenê di rêveberiyên dîkta de bûyerên wiha hene.”


Herwiha Kiliçdaroglu da zanîn ku erka dewletê dîtina kujeran e, û got: “Hûn kujeran dernaxînin hole bi ser de jî kiryarên hê jî xirabtir dikin. Hûn êrişî dayîkan dikin û dixwazin bi copan wan belav bikin. 700 hefte ne zerare wan nedaye kesî. Ew dayîk in û di daxwazên xwe de mafdar in. Devlet ji bo pêkanîna dadperweriyê heye. Ew jî dadperweriyê dixwazin. Ew dibêjin ku kê zarokêm me kuştine?”


Hêjayê gotinê ye Çalakiya Dayikên Şemiyê ku ji sala 1995ê ve dest pê kiriye gehişte hefteya 700emîn. Dayikên Şemiyê bi vê çalakiyan dixwazin aqubeta zarokên xwe bizanin ku ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hatibûn girtin û heta niha jî çarenivîsa wan nediyar e.