Parlamenterên HDPê kurê Hrant Dînk ji destê polîsan xilas kir

26-08-2018
RÛDAW
Nîşan Dayîkên Şemiyê Arat Dînk Hratn Dînk Ahmet Şik Garo Paylan Huda Kaya Serpil Kemalbay HDP Stenbol
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Polîsan hewl dan kurê rojnamegerê ermenî Hrant Dînk ê bi navê Arat Dînk ku beşdarî çalakiya 700emîn a Dayikên Şemiyê bibû, desteser bikin lê parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) rê li ber polîsan girtin û nehiştin ew bê girtin.

 

Dayîkên Şemiyê ji bo ku agahiyekê ji kesûkarên xwe yên wenda bizanin, bo carê 700 li Stenbol hatin ba hev û çalakvan Arat Dînk ê kurê rojnamegerê ermenî Hrant Dînk bo piştevaniyê beşdarî wê çalakiyê bû.


Li Stenbolê di dema çalakiyê de polîsan destwerdan kir û di navbera çalakvan û polîsan de alozî derket û gelek kes hatine binçavkirin.


Polîsan hewldan Dînk jî desteser bikin lê parlamenterên HDPê Ahmet Şik, Garo Paylan, Huda Kaya û Serpil Kemalbay ji polîsan re bûn asteng.


Hrant Dînk di sala 2007an de ji aliyê Ogun Samast ve bi 3 guleyan hatibû kuştin. Piştî bûyerê kujêrê wî hatibû girtin û cezakirin. Doza ku 11 sal in berdewam dike gelek caran xitimî û palpiştên wê cinayetê ên fermî bi temamî eşkere nebûne.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst