Devlet Bahçeli li ser giştpirsiya Kurdistanê bersiv da Binali Yildirim

26-08-2017
RÛDAW
Nîşan MHP Devlet Bahçeli Bilanli Yildirim Referandum Kurdistan bersiv
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçeli bersiv da gotinên Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim ên li ser giştpirsiya Başûrê Kurdistanê.

 

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli çend roj berê di daxuyaniyeke xwe de gotibû, ku referanduma Başûrê Kurdistanê weke sedema şer divê were hesibandin.

 

Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim jî di vegera xwe ya ji welatê Vîetnamê de aşkere kiribû ku “Giştpirsî nabe sedema şer.”

 

Li ser van gotinan Devlet Bahçeli daxuyaniyeke nivîskî belav kir û di daxuyaniya xwe de gotiye:

 

“Wisa xuya dike ku Birêz Yildirim ji gotinên me aciz bûye û pêwîstî dîtiye ku li esmanan bersiva me bide.”

 

Bahçeli di daxuyaniya xwe de îdia kiriye, ku referanduma Kurdistanê dê karesatê bi xwe re bîne û gotiye:

 

“Referanduma ku tê plankirin di 25ê Îlonê de li Bakurê Iraqê were pêkanîn, ji aliyê ewlehiya me ya netewî û yekîtiya bêdabeşbûna dewleta me ya li gel neteweya xwe ve, encamên xeternak û karesatên ku nayên paşxistin, nixumandin û derbaskirin di nav xwe de dihewîne. Helbet ev referandum ji bo avakirin û vejîna Kurdistanê, xebateke destpêkê ya nepenî ye, pêngaveke tarî ya pêşeng e. Pêwîstiyeke netewî ye ku Birêz Yildirim vê yekê bibîne.”

 

Herwiha Bahçeli gotiye, ku Bilnali Yildirim li ser şiroveya wî demildest bersiv daye û li gor mejiyê xwe pêwîstî dîtiye ku gotinên wî sererast bike û Devlet Bahçeli diyar kiriye, ku ev yek li dijî nezaketa siyasî ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst