Li Stenbol kurd û laz bi mûzîka xwe mirovan komdikin

26-08-2017
RÛDAW
Stenbol
Stenbol
Nîşan Stenbol Kurd Laz Govend
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Li qada navdara Kadikoya Stenbolê xorten kurd û laz bi muzika xwe xelkê li dora xwe kom dikin û radikin govendê. Xelkê derdorê ku rêya wan bi vê qadê dikeve ji bo sitresa xwe bihavêjin tev li van govendan dibin. Grubên kurd û laz tevî gellek nêzîkî hev in di nav peywendiyekê baş de ne û carinan dibin mêvanên hev jî.

 

Li her xaleka qada navdara Stenbolê Kadikoyê, muzikjenek, ango grubek muzikê yan jî komen din yên ku mebestawan anîna kefa xelke ye heye. Lê du xalen nezîkî hev hene, ku mirov di van xalan de ji nişkve xwe di nav govendan dibîne. Li hêlekê xorten kurd dîlana kurdî lê dixin û bi dehan kesan li dora xwe kom dikin bo govendê û 20 metir li hela din jî çend xorten lazên ji Deryaya Reş, qelebalixîyê li dora xwe kom dikin û radikin horonê.

 

Zarokê Kurd Hesen jî li vê meydana qelebalix avê difiroşe û ji hêlekê jî ji bo kêfa xwe bîne cîh, dikeve govendê û serçopiye digire deste xwe.

 

Hesen Tapanç dibêje: “Ez li vir avê difiroşim. Dema bêriya Amedê dikim û dixwazim sitresa xwe bihavejim dihêm li vir govendê digirim. Tev kurmanc li vir kom dibin mirov dibêje qey li welatî ye."

 

Du ji Îdire yek ji Mêrdine sê xorten kurd piştî ji karen xwe yên rojane derdikevin her roj seat di 19.00an de dihên meydana Kadikoy û dest bi xebatên xwe yên muzîkê dikin.

 

Muzikjene kurd Deniz Ozer diyar dike: "Ez ji Qosera Merdîne me. Em li gel hevalên xwe dihên vêderê dawetê dikin. Ne ji bo xerabiye em gişt hevalê hevudu nin em birayen hevin. Em naxwazin rûdawên ne xwazyar çebibe ji ber we em ten vê derê govende digirin. Em ji xwe sitresa xwe davejin kefa me li cîh e. Li keleka me dosten me yên laz jî hene em gellek ji hevudu hezdikin. Carinan ew dihên ba me carinan em diçin ba wan û bi hev re govendê digirin. Ev bu se sal e em vê organizasyonê dikin."

 

Dema karmend û fermanberên derdorê, dewama xwe xelas dikin û rêya xwe bi ve qadê dixin ji bo wê sitresa kar ji ser xwe bihajin, an tevlî govenda kurdî dibin an jî govenda lazî. Ketina wesayitan bo vê qade qedexeye tenê Yalçin dikare wesayita xwe bîne.

 

Xorte laz Yalçin Çîçek dibêje: “Ez ji Gîresuna herema Behra Reş im. Ji sala 2003'an û virde em li vêderê ne. Armanca me tenê kefxweş kirina xelkê ye. Turk, kurd, ereb, laz, çerkez… ji hemu milletan mevanên me dihên. Li vê keleka me birayen me yên kurd jî lê dixin. Carina em diherin dibin mevanen wan carinan ew dibin mêvanên me. Bila kes nebêje kurd û laz li hev nakin. Binêrin em çawa biratiyê dikin."

 

Xelk ji vê rewşê gellek razî ne. Hin ji wan bi telefonen xwe dîmenan digirin û piraniya wan jî tev li govendê dibin.

 

Ev herdu grup, bê yî destura şaredariyê û asayişê nikar in werin li meydana Kadikoyê vî kara encam bidin. Bi vê sayê alternatifek dibînin ji bo xortên bê kar ku meyla wan ji têkelbûna her rudawek ne xwazyar hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst