Nexşe rê heye lê ti dîrokek tune ye

26-08-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê dadê yê Tirkiyê Sadullah Ergîn ragihand ku demokratîkbûn û vegera welat ji 3 pêvajoyan pêk tê û di mijara demokratîkbûnê de, ti sînorekî demokrasiyê tune ye.

Sadullah Ergîn tevlî bernameyekî televizyonê bû, li ser pêvajo, vegera gêrîllayên PKKê û gelek mijarên din agehdarî da.

Sê qonax

Dema pêvajo dest pê kir, çarçoveyek hatibû diyarkirin; nexşe rêyek hebû. Ya yekemîn ligel agirbestê çûna derveyî sînoran. Piştî vê yekê jî ji bo demokrasîbûnê, bi awayekî lezgîn gav avêtin. Qonaxa sêyemîn jî, qonaxa normalbûnê, kesên çûne derveyî sînor û kesên tevlî ti sûçan nebûyîn, dîsa vegera nav welat e.

Nexşe rê heye, lê dîrok tune ye

Dema me li ser nexşe rêyekê axivî, me got em temaşe bikin her kes tişta bikeve ser milê xwe bike. Nexşe rêyek heye, lê li vir diyarkirina dîrokekê tune ye. Ji ber vê yekê em vana wekî qonaxan dinirxînin. Gavên pêwîste werin avêtin, divê bêyî dûdilî werin avêtin û her kes bikare bandorê li çareseriya vê pirsê bike.

BDP çû Îmraliyê

Piştî cejnê, serokê BDPê birêz Selahedîn Demîrtaş û wekîla koma BDPê li parlamentoyê Pervîn Buldan, çûn giravê. Ew hevdîtin jî kirin. Piştî wê perspektîfek ku berî 8-9 mehan hatî xetkirin zêdetir, tiştek tune ye. Li wir ti pirsgirêk tune ne.

PKK gotinên Ocalan têne cih

(Li ser pirsa PKK, sozên Ocalan têne cih) Ger ne yek bi yek jî be, tespît û daxwazên ji Îmraliyê diçin, di çarçoveyekî giring de tên pêşwazîkirin.

Pêşniyara rojnamevanan dikare were nirxandin

Di pêvajoyê de, niha ji bo rojnamevan serdana Ocalan bikin ti tiştek di rojeva me de tune ye. Lê di pêşerojê de ger pêwîstî bê dîtin, wê ev bên nirxandin û guftûgokirin.

Ji rojnameya Sabah a Tirkiyê hatiye wergirtin.

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst