Meha Hezîranê 41 jin hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapora Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin, Hezîrana îsa li seranserê Tirkiyeyê 41 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û kuştina 25 jinî jî bi guman e.

Di 6 mehên destpêkê yên îsal de jî 205 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.

Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin rapora xwe ya Hezîrana 2024an eşkere kir.

Li gorî raporê, meha borî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 41 jin hatine kuştin û 25 jin jî bi awayekî bi guman mirî hatine dîtin.

Piraniya jinan ji aliyê hevjîn û destgirtiyên xwe ve hatine kuştin.

Di 6 mehên destpêkê yên îsal de jî bi tevahî 205 jin hatine kuştin û 117 jinan jî bi awayekî bi guman canê xwe ji dest daye.

Herwiha 14 zarokên keç jî hatine kuştin ku 9 ji wan li gel dayika xwe hatine kuştin.