Pasaporta Tirkiyeyê 45emîn pasaporta herî bihêz a cîhanê ye

21 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Pasaport Henley
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiye di rêzbendiya pasaportên herî bihêz de 7 xalan hat pêş û kete rêza 45an de.

Endeksa Pasaportan a Henleyê amarên welatên ku pasaportên wan herî bihêz in eşkere kirin.

Li gorî wan amaran, pasaporta Tirkiyeyê îsal 7 xalan hatiye pêş û bûye 45emîn pasaporta cîhanê.

Sala borî pasaporta Tirkiyeyê di heman lîsteyê de rêza 52emîn girti bû.

Sala 2023yan welatiyên Tirkiyeyê karîbûn bi pasaporta xwe bêyî vîza biçin 114 welatan lê li gorî Endeksa Pasaportan a Henleyê ew îsal karin biçin 116 welatan.

Li gorî wê lîsteyê pasaporta Singapurê li ser asta cîhanê ya herî bihêz e û di wê rêzbendiyê de yekem e.

Singapurî karin ji 227 welatan, bê vîza biçin serdana 195an.

Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya û Spanya di rêzbendiya pasaportên herî bihêz de di rêza duyemîn de ne.

Hevwelatiyên wan welatan karin bê vîza biçin 192 welatan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst