Rapirsî - Kî dikare pirsgirêka aboriyê çareser bike?

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Kompanya Lêkolînê a Optimarê Hîlmî Daşdemir ragihand ku li gor rapirsiya dawî ji sedî 65ê beşdaran gotiye li Tirkiyeyê pirsgirêka sereke aborî ye.

Hîlmî Daşdemir diyar kir ku “îro eger hilbijartin bê kirin CHP dikare di asteke rekor de deng bi dest bixe.”

Serokê Kompanya Lêkolînê a Optimarê Hilmi Daşdemir ku nêzîkî desthilatê tê zanîn encamên rapirsiya dawî ya li ser rewşa siyasî û aboriyê ya Tirkiyeyê eşkere kirin.

Daşdemir amaje bi wê yekê daye ku niha li seranserê Tirkiyeyê “bayekî” CHPyê heye.

Herwiha Daşdemîr got, “Li gor rapirsiyê eger îro hilbijartin bê kirin dibe ku CHP di asteke rekor de deng bi dest bixe.”

“Kî dikare pirsgirêka aboriyê çareser bike?”

Li aliyê derbarê rapirsiya rewşa aborî de jî ku pirsa “Li Tirkiyeyê pirsgirêka herî girîng çi ye?” hatiye kirin.

Ji sedî 65ê beşdaran gotiye pirsgirêk aborî ye.

Li ser pirsa “Kî dikare pirsgirêka aboriyê çareser bike?” jî sedî 22yê beşdaran gotiye AK Partî û Erdogan û ji sedî 18an jî gotiye CHP dikare çareser bike.

Rêjeya beşdarên ku gotiye “Ti kes” nikare çareser bike jî ji sedî 37,5 e.