Li Stenbolê bi hinceta PKKyê 2 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand, li Stenbolê bi ku hinceta “endamên PKKyê” ne 2 kes hatin desteserkirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê tîmên Şaxa Terorê ya Fermandariya Cendirmeyan a Stenbolê, li navçeya Başakşehirê ya Stenbolê operasyonek kir û bi hinceta “endamên PKKyê” ne 2 kes desteser kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin navê kesên hatine desteserkirin Fatma Mûsa û Welat Jamo ne.

Kesên hatin desteserkirin bo Fermandariya Cendirmeyan a Stenbolê hatin birin û derbarê wan de karên yasayî hatin destpêkirin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê dibêje, ew du kes bi “armanca çalakiyan çûne Stenbolê”.