Şewata li daristanên Antalyayê berdewam e: 3 ciwanên Kurd jî hewla vemirandina agir didin

26-07-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Şewata li daristanên Antalyayê berdewam e: 3 ciwanên Kurd jî hewla vemirandina agir didin
Şewata li daristanên Antalyayê berdewam e: 3 ciwanên Kurd jî hewla vemirandina agir didin
Nîşan Antalya Şewata Daristanan
A+ A-

Antalya (Rûdaw) - Şewata li daristanên navçeya Kemerê ya Antalyayê berdewam e. Heta niha nêzîkî 70 hektar daristan şewitiye. 3 ciwanên Amedî yên ku li Antalyayê dijîn jî alîkariya tîmên agirvemirandinê dikin û hewla vemirandina agir didin.

Ji bajarê Antalyayê, navçeyên wê û ji bajarên devrûberê nêzîkî 300 tîmên agirvemirandinê ji bo kontrolkirina agirê daristanan bi berdewamî kar dikin.

Heman demê 19 wesayatên asmanî bê navber avê ji deryayê vediguhêzin cihê ku agir pê ketiye. 10 ji wan wesayîtên asmanî helîkopter in.

Karmendê Tîma Agirvemirandinê Hasan Elaldi, ji Rûdawê re got, “Em beriya niha bi şevekê derdora seat 12an bi rê ketin û derdora seat 4an em gihîştine cihê ku dişewite. Em ji Tepeliyê hatin û em alîkariya tîman dikin.”

Karmendê Tîma Agirvemirandinê Erhan Goktuga jî li ser rewşa belavbûna agir anî ziman, “Şewat berdewam e. Hevalên me jî alîkariya me dikin. Hevalên me li jor in em jî ji vir avê dişînin. Ya ji destê me tê em dikin cihên ku em nikarin bigihêjin hene û helîkopter, balafir diçin wan deran. Ji doh êvarî heta niha em li ser karê xwe berdewam in.”

Li heremê li gelek navçeyan tîmên cuda tevlî xebata vemirandina agir bûne. Ozgur, Ehmed û Mert sê ciwanên ji Amedê yên 18 salî ne û li navenda Antalyayê dijîn. Her sê ciwanên Kurd jî tevî tîmên agirvemirandinê li nav daristanên Kemerê hewla vemirandina agir didin.

Karmendê Tîma Agirvemirandinê Ahmet Dursun got, “Ev bû 2 şev in em li vir in. Roja ewil me gelekî zehmetî ditîn. Em çûn aliyê Degirmendereyê jixwe tu halê me dibînî. Niha helîkopter midaxale dikin em niha naçin lê serê êvarê em ê herin xortimên wan kom bikin.”

Endamê Tîma Agirvemirandinê Ozgur Taş jî got, “Em niha disekinin, em li benda agir in em ê dîsa herin. Amûrên me yên ronahiyê tunin. Em xortume dibin jorê û em xortume li hev girê didin. Dû re em xortumên tîmên agirvermirandinê kom dikin.”

Endamê Tîma Agirvemirandinê Mert Kocaaga anî ziman, “Ji serê sibehê ve em li vir in û em qet raneketine. Me agir li hinek deveran vemirand. Ez û hevalên xwe em bi hev re kar dikin. Agir mezin bû, helîkopter jî hatin alîkariya me, zehmet bû lê me hinek cih kontrol kirin. Pir nema Înşellah yê mayî em ê vemirînin.”

Li gorî zanyariyên îdareyên peywendîdar heta niha 10 kes ji ber dûmana şewata daristanê ji bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst