Li dijî DAIŞê operasyon: 9 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Enqereyê di operasyona li dijî DAIŞê de 9 kesên biyanî hatin desteserkirin.

Rêveberiya Şaxa Tekoşîna Dijî Terorê û Îstixbaratê ya Rêveberiya Ewlehiya Bajêr li dijî 10 kesên biyanî yên ku hat tesbîtkirin eleqeya wan bi DAIŞê re heye operasyon da destpêkirin.

Di operasyona hevdem de 9 gumanbar hatin desteserkirin û ji bo kesê firar jî bê girtin xebat berdewam dikin.

Piştî kar û barên lêpirsînê dê gumanbarên biyanî yên ku hatine desteserkirin radestî Serokatiya Îdareya Koçê bêne kirin.