Serokê Fraksyona HDPê li parlamentoya Tirkiyê Meral Daniş Beştaş. Wêne: Twîttera Meral Daniş Beştaş
Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ragihand ku di civîna Komîsyona Dadweriya Destûrî ya Hevbeş a derbarê rakirina parêzbendiya parlamentera Amedê û hevseroka wan Salihe Aydeniz de alozî derketiye. Serokê Fraksyona HDPê Meral Daniş Beştaş jî dibêje: “Bloka AKP û MHPê bi rakirina parêzbendiyan dixwaze darbeyê berdewam bike.”
Li gor agahiyan Serokê Komîsyona Hevbeş Abdullah Guler berî civîn destpê bike medyakar ji salonê derxistine û ev jî bûye sedema nerazîbûna parlamenterên HDPê.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li ser hesabê xwe yê fermî dîmen û peyamek belav kiriye û dibêje hê berî gotûbêja komîsyonê destpê bike dest bi pratîkên nehiqûqî hatine kirin.
Herwiha di dîmenan de tê xûyakirin ku Serokwekîla Grupa HDPê Meral Daniş Beştaş diaxive û dibêje: “Bloka AKP û MHPê bi rakirina parêzbendiyan dixwaze darbeyê berdewam bike. Hûn li ser DBPê darbeyê dikin.”
Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) îro Sêşembê ragihandibû ku grûpek ji parlamenterên wê partiyê dê li cihê Salihe Aydeniz di civînên Komîsyona Dadweriya Destûrî ya Hevbeş a derbarê rakirina parêzbendiya parlamentera Amedê û Hevseroka Giştî ya DBPê Salihe Aydeniz de amade bibin.
HDPê gotibû: “Cîgira Serokê Koma me Meral Daniş Beştaş, Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran, parlamenterên me Erdal Aydemîr, Huseyîn Kaçmaz, Mehmet Ruştu Tiryaki, Tulay Hatimogullari Oluç û Zuleyha Gulum dê beşdarî civînên Komîsyona Dadweriya Destûrî ya Hevbeş a derbarê rakirina parêzbendiya parlamentera me ya Amedê û Hevseroka Giştî ya DBPê Salihe Aydeniz de bibin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse